Cebrail Caymaz,Rauf Maltaş,Sinan Doruk
17 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2024
ŞANLIURFA (AA) - Li Şanliurfa, Kahramanmaraş û Adiyemanê germa hewayê tengasiyê dide kişandin.
Li Şanliurfayê germa hewayê heta 43 pileyan derket.
Li bajêr welatî ji bo ku hênik bibin, berê xwe dan Gola Masiyan û binê sihan.
- Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê jî termomêtreyan 37 pile nîşan da.
Hin welatiyên ku ji germê aciz bûn, li park û baxçeyan ketin binê sihan.
- Adiyeman
Li Adiyemanê jî germa hewayê ji 40 pileyî zêdetir hat pîvan û welatî ji bo ku hênik bibin, berê xwe dan park, hewz û sihan.
Hin welatî jî li mizgeftan veleziyan.