SÊRT
Li Erûha navçeya Sêrtê komek welatî ji ber xebata rê ya ku toz jê radibe, rêya Sêrt û Şirnaxê ji çûyîn û hatinê re girt.
Li navênda navçeyê 2 meh e ku xebata binesaziya rê dewam dike û ji ber vê yekê jî rêya asfaltê xerab bûye. Welatiyên li wir îdia dikin ku ji ber çêkirina vê rêyê toz radibe û ew nexweş dikevin. Komek welatiyî ji ber van sedeman pêlekanên darîn danîn li ser rêya Sêrt û Şirnaxê û rê ji çûyîn û hatinê re girtin.
Welatiyan got ku ew ji bo vê pirsgirêkê çûne cem rayedaran, lê dîsa jî pirsgirêk çareser nekirine.
Rê piştî 2 saetan dîsa hat vekirin.