Nihat Kavşut
29 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2018an û Qanûna Hesabê Teqez yê Rêveberiya Navendî ya sala 2016an erê kir.
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê, Erdogan li gor fiqreya yekemîn a benda 89emîn a Destûra Bingehîn û li gor benda (a)yê ya fiqreya duyemîn ya benda 104emîn Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2018an ya bi jimara 7066 û Qanûna Hesabê Teqez yê Rêveberiya Navendî ya sala 2016an ya bi jimara 7067 ji bona bê weşandin şand Serokwezîriyê.