Önder Beyter
09 Hezîran 2020•Rojanekirin: 10 Hezîran 2020
Li gorî biryarên Serokomar ku di Rojnameya Fermî da bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hatin weşandin, li Antalyayê Qada Şûnwarên Xwezayî ya Falezên Muratpaşa-Konyaalitiyê ya li navçeya Muratpaşayê, Qada Şûnwarên Xwezayî ya Çala Varsakê ya li navçeya Kepezê, Qada Şûnwarên Xwezayî ya Newala Samanlikê û dewrûbera wê ya li navçeya Manavgatê û Qada Şûnwarên Xwezayî ya Sûlavên Difire 1 û Difire 2 ya li navçeya Serîkê statuya wan a parastinê jinûva hat nirxandin û herwiha wekî "qada hesas a parastî" hatin ragihadin.
Herwiha statuya parastinê ya Geliyê Madavansê û Qada Şûnwarên Xwezayî ya Dehla Xelatê yên li Xelata navçeya Bidlîsê û Qada Şûnwarên Xwezayî ya Gola Erçekê ya li navçeyên Wanê Îpekyolu û Tuşbayê ye jî jinûva hat nirxandin û biryar hat dayîn ku wekî "qada hesas a parastî" werin pesendkirin û ragihandin.