Mesut Varol,Necat Hazar
06 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2022
Li Wanê rêjeya tijîbûnê ya aktîf a Bendava Zernekê ya li ser Çemê Xoşabê bi tesîra hişkesaliyê û kêmbûna barîna berf û baranê daket asta herî jêr a heta niha.
Ava bendavên Zernek, Koçkopru, Morgedik û Sarimemetê yên ku ji bo hilberîna enerjiyê, ava vexwarinê û avdana zeviyan da ji bo Wanê pir girîng in, bi tesîra germahiya hewayê ya van mehên dawîn va daket asteke pir nizim.

Di Bendava Zernekê da ya li navçeya Gurpinarê ya ku kapasîteya wê ya avê 105 milyon metrekûp e û li bajêr navendeke masîvaniya çewligê ye û ji bo avdana zeviyên deverê pir girîng e, asta avê daket 17 milyon û 700 hezar metrekûpî, rêjeya tijîbûnê ya aktîf (miqdara ava ku meriv dikare biemilîne) daket heya 0,15an.

Hat diyarkirin, par di heman serdemê da rêjeya ava Bendava Zernekê ji sedî 30 bû.
Midûrê DSÎyê yê Herêma 17an Ayhan Şahna ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, havînê ji ber kêmbûna baranê di hemû bendavên parêzgehê da kêmasiya avê heye.

Şahna bal kişand, di çar bendavên ku wekî aktîf tên bikaranîn da rêjeya tijîbûnê daket binê sedî 10an û wiha got, "Zeviyên silq û gilgilan ne tê da, bi îhtimalekê em ê ji 15ê Cotmehê pê va devên bendavên em avê didin zeviyan, bigirin. Em ê ji bo saleke din dest bi amadekariyan bikin. Hêviya me jî ew e ku saleke din berf û baran zêde bibare."

Şahna destnîşan kir ku divê meriv di emilandina avê da pir baldar be û wiha got, "Divê em avê baş bi kar bînin û îsraf nekin. Em dixwazin cotkarên me berhemên ku avê zêde naxwazin daynin."