07 Sibat 2016•Rojanekirin: 08 Sibat 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry li ser telefonê axivîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan herdu wezîr der barê geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê de axivîn.
Wezîr Çavuşoglu bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re çû Latîn Amerîkayê. Çavuşoglu di vê çarçoveyê de dema li Lîmaya paytextê Peruyê û Santîagoya paytextê Şîliyê bû li ser telefonê bi Wezîr John Kerry re axivî.