ANKARA
Li seranserê Tirkiyeyê îro nêzî 17 milyon û 500 hezar xwendekarên ku li pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê perwerdeyê didîtin qarneyên xwe standin û dest bi betlaneya xwe ya havînê ya ku dê 3 mehan didome kirin.
Li Stenbolê nêzî 2 milyon û 800 hezar xwendekaran qarneyên xwe hildan. Nêzî 6 hezar dibistanên li bajar jî ji bo demekê hatin girtin û bo 125 hezar mamosteyên ku li Stenbolê xwedî wazîfe bûn jî betlaneyê îro dest pê kir.
Piştî wergirtina qarneyan xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navînê ji bo qeyda xwendegehên xwe yên nû bi kelecan bûn.
Serdema perwerde û hîndekariyê ya sala 2014-2015an jî dê di 15ê îlonê de dest pê bike.
Xwendekar dê di 23yê çileya paşîn a 2015an de têkevin betlaneya nîvsalê, piştî betlaneya nîvsalê di 9ê sibata 2015an de dê dest bi serdema duyemîn bikin û di 12ê hezîrana 2015an de jî serdem diqede.
Li gor îstatîstîkên Wezareta Perwedeya Neteweyî yên 2013 û 2014an li seranserê Tirkiyeyê 17 milyon û 532 hezar û 988 xwendekaran di 61 hezar û 936 xwendegehan de perwerde dîtin.
Di van xwendegehan de 873 hezar û 747 mamosteyan di 562 hezar û 882 polan de ders dan.