16 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
Serokwezîr Davutoglu: "PYD bi taybetî piştî qeyrana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da, bûye lejyonerê planên Rûsyayê yên herêmî, bûye leşkerî bi pere yê Rûsyayê û dixwaze zirarê bide Tirkiyeyê. YPG û PYD Kurdan temsil nakin, Sûriyeyê temsil nakin û leşkerên bi pere û lejyonerê Rûsyayê ne."
"Ez ji vir bangî Sûriye, Iraq û her derê dikim. Bila kes Kurdan îstismar neke. Dewleta Kurdan û parêzvanê Kurdan Dewleta Komarê ya Tirkiyeyê ye."
"Birêz Baykal der barê geşedanên li ser sînorên me da xeberda û li gor perspektîfa ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê û li gor siyasetmedarekî dewletê şîrove kir, ez sipasiya wî dikim. Birêz Baykal bi eşkereyî got ku tevdîrên Tirkiyeyê meşrû ne û hewce dikin. Birêz Kiliçdaroglu jî cerbeze dike û li dijî vê rewşa ku gefan li ewlehiya me ya neteweyî dixwe, neket nav helwesteke cidî û jidil."