15 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
HELEB
Hat ragihandin ku jetên ûris 10 êrîşên esmanî birin ser Azeza navçeya Helebê û du moşek li nêzî nexweşxaneya zarokan jî ket. Azez dikeve bakurê Helebê û di destê mixalifan da ye.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmê hilda, jetên ûris 10 êrîşên esmanî birin ser navçeya Azezê.
Li gor çavkaniyan jetên ûris êrîşî eniyên ku PYDya rêxistina terorê û mixalifên rejimê lê ne dike. Du moşek li nêzî nexweşxaneya zarok û welidandinê ket û di bûyerê da tenê xesara maddî çêbû.
Her wiha li gor agahiya çavkaniyan jetên ku neteweya wan ne diyar e jî li rojhilatê navçeyê êrîşî herêmên ku DAEŞ lê ne dikin.