ANKARA
Ajansa Anadoluyê ji bo ku li dinyayê bibe ji 5 ajansên herî mezin, kurdî jî xiste nav zimanên weşanê. AAyê ji bo weşana kurdî li Hewlêrê ofîs vekir û dê ji 1ê îlonê pê ve bi zaravayên kurmancî û soranî weşanê bike.
Ajansa Anadoluyê(AA) di selvegera 100. ya avakirina xwe de bi weşana 11 zimanan dixwaze bikeve nav 5 ajansên dinyayê yên herî mezin. Ajans di vê çarçoveyê de dê ji 1ê îlonê pê ve bi zaravayên kurmancî û soranî weşanê bike.
AA li gel tirkî bi erebî, îngîlîzî, BHS(Boşnakî, Hirvatî, Sirpî) û Rûsî weşanê dike û ji bo weşana kurdî jî amadehiyên ku di meha adarê dest pê kiribûn, qediyan. Di çarçoveya projeyê de potansiyela herêmên kurdîaxêv û medya hat nirxandin û li gorî vê yekê buro û kadro hatin amadekirin.
Servîsa Nûçeyên Kurdî, ji ekîbeke bi 40 kesî, li Erbîlê û Ankarayê hat avakirin. Ekîba Ankarayê ku ji 15 kesan pêk tê ji meha gulanê ve li Akademiya Nûçeyan a AAyê hatin perwerdekirin. Ji Zanîngeha Mardîn Artûklûyê û Zanîngeha Muş Alparslanê mamosteyan û rojnamegerên bitecrûbe ders dane rojnamegeran. Piştî perwerdeyê weşana bi kurmancî ji bo ceribandinê dest pê kir. Li bakurê Îraqê jî ji bo weşana soranî hin xebatên qadê hatin kirin.
- Midûrê Giştî yê AAyê çû serdana Herêma Kurdistana Federal a Îraqê
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Birêvebir ya AAyê Kemal Ozturk, meha gulanê çû Herêma Kurdistana Federal ya Îraqê. Ozturk, di serî de bi Serokwezîrê herêmê Nêçîrvan Barzanî û gelek rayedaran re hevdîtin kirin. Ozturk, li Erbîl û Silêmaniyê bi birêvebirên medyayê re hat bal hev û projeya AAyê ji wan re vegot. Piştî serdanê ekîba ku ji 20 kesî pêk tê dest bi weşana ceribandinê kir.
- Li Hewlêrê Ofîsa navendî
Di çarçovaya projeyê de AAyê ofîseke 450 qeremetreyî bi tevî teknolojiya herî dawî ava kir. Li gel ofîsa navendî ji bo ku li Silêmaniyê û Kerkûkê jî ofîs bêne vekirin, xebat li ber xelasbûnê ne.
Di vê navberê de AAyê li ser daxwazan ji hezîranê ve nûçe, wêne û vîdeoyên erebî belaş dide medyaya herêmê. Bi vê yekê Medyaya bakurê Îraqê bû xwedîyê derfetekê ku bikaribe rûdanên rojhilata navîn bişopîne.
Ajansa Anadoluyê, ji 1ê îlonê pê ve dê bi zaravayên kurmancî û soranî dest bi weşanê bike. AA, bi vê yekê hejmara zimanên weşanê derdixe 6an.
Weşana kurmancî dê li ser navnîşana “http://www.aa.com.tr/kk”yê ya soranî jî dê li ser navnîşana “http://www.aa.com.tr/ks”yê were kirin. Nûçeyên Servîsa kurmancî dê demekê ji medyayê re belaş bêne dayîn. Piştre dê derbasî pergala abonetiyê bibe.