ANKARA
Pirtûka Anadolu Agencyê (AA) ya bi navê "Welatê Sêwîmayî: Sûriye" hat weşandin û di pirtûkfiroşan de cihê xwe girt.
AA di qada nûçegihaniya navneteweyî de di salên dawîn de gelek pêşve diçe û van xebatên xwe jî wek pirtûk amade dike û çap dike.
AAyê şahidiya nûçegihanên xwe yên li Misir, Xeze û Sûriyeyê yên li Rojhilata Navîn wek sê pirtûk amade kir.
Pirtûka dawîn a bi navê "Welatê Sêwîmayî: Sûriye" ya ku ji hêla nûçegihan û edîtorên AAyê ve hatine amedekirin û behsa êş û şerê li Sûriyeyê dike bi erebî, tirkî û îngilizî dê pêşkeşî xwendevanan bibe.
Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk rêvebiriya weşana giştî ya pirtûkê kir û pirtûk ji hêla tîmeke 30 kesî ve hat amadekirin.
Pirtûk ji 6 beşan pêk tê û behsa dîroka Sûriyeyê, pêvajoya muxalefetê, şer, birçûbûn, mirin û kedera welêt dike. Di pirtûkê de gelek wêne û çîrokên şer bi zimanê nûçegihanan ve hat vegotin.
Di pirtûkê de nûçeya Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk a bi navê "Mizgefta Emewiyê, kedera sedsalan" jî heye û Ozturk der barê van sê pirtûkan de wiha got:
"Misir, Xeze û Sûriye sê herêmên ji vê erdnigariyê hinek in. Li van her sê herêman nûçegihanên AAyê yên ku şahidiya bûyeran dikin hene. Ev sê sale ku ji ber bûyerên bi êş yên ku em şahidiya wan dikin, derûniya me xirab bû, em nexweş ketin, birîndar bûn û jiyana me guherî. Li ber çavên me mirov hatin kuştin, jin revandin, zarok bi êşkenceyê kuştin. Piştî ku me ev tişt dîtin em êdî nikarin wek berê jiyanê binêhêrin."
Di rojên pêş me de pirtûk dê bi îngilizî û erebî jî bê çapkirin û dê belavî di pirtûkfiroşên dinyayê bibe.
Di bin serenava "Li wir bû" de, rojnamevan behsa bûyeran û dema ku nûçe çêkirin û wêne kişandin çi dîtin û çi hîs kirin behsa hêstên xwe dikin.