Abdullah Tel
19 Sibat 2021•Rojanekirin: 20 Sibat 2021
Nûçegihanên wêneyan ên Ajansa Anadoluyê (AA) ku wek tîmekê beşdarî pêşbaziya Pictures of the Year International (POY)ê bûn di kategoriya "Rêzeya wêneyên ekîba herêmî" da xelata yekemîntiyê hildan.
Ji nûçegihanên wêneyan ên AAyê Şebnem Coşkun, Elîf Ozturk, Arîf Hudaverdî Yaman, Gokhan Balci û Onur Çoban bi rêzeya wêneyên bi sernavê "Deriyê vekirî yê ber bi Ewropayê" va xelat qezenc kirin. Di rêzeya ji 20 wêneyî pêk dihat da hal û hewalên penaberên li Edîrneyê nêzî sînorê Yewnanistanê kom bûbûn û dixwestin biçin Ewropayê, tê nîşandan.
Fakulteya Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Missouriyê ya Amerîkayê ji sala 1944an vir va vê pêşbaziya POYê organîze. Koma juriyê ya di qada wêneyên çapemeniyê da pispor in wêneyên hatine şandin dinirxînin û di beşên curbecur da xelatê didin.
- AAyê 4 carên din jî xelata POYê qezenc kiribû
Di juriya îsal a pêşbaziyê da Cheriss May, J.B. Forbes, Shoun Hill, Marie D. De Jesûs, Alex Wong, Preston Gannaway, Adrees Latif, Alysia Burton Steele, Melissa Melvin-Rodriguez, Deanne Fitzmaurice, Steph Chambers, Jose Carlos Fajardo, Elizabeth Cheng Krist, Alyssa Schukar, Katie Orlinsky, Ron Tarver, Samantha Appleton, Michael Robinson Chavez, Laylah Amatullah Barrayn, Carl-Pillipe Juste, Sue Morrow, Brian Palmer, Shaminder Dulai, Julie Winokur, Jasmine Goldband, Avi Gupta, Deb Pang Davis û Brett Roegiers hebûn.
Nûçegihanên wêneyan ên AAyê salên borî 4 carên din jî xelata POYê qezenc kiribûn. Di sala 2014an da nûçegihanê wêneyan ê li Misrê Mosaab Elshamy, di sala 2015an da nûçegihanê wêneyan ê li Peruyê Sebastian Castenada, di sala 2016an da nûçegihanê wêneyan ê li Xezeyê Mustafa Hassona û di sala 2020î da jî nûçegihana wêneyan a li Stenbolê Elîf Ozturkê di heman pêşbaziyê da ev xelat qezenc kiribûn.