Encamên dengdayîna wêne û vîdeoyan ên meha cotmehê yên AAyê eşkere bûn
Türkan Tosun
08 Mijdar 2021•Rojanekirin: 10 Mijdar 2021
Ankara
Encamên dengdayîna wêne û vîdeoyan ên meha cotmehê yên Ajansa Anadoluyê (AA) eşkere bûn.
Di dengdayînê da li Tirkiyeyê di kategoriya nûçeyan da ji nav 8 wêneyan, li Tirkiyeyê di kategoriya jiyanê da ji nav 14 wêneyan, li Tirkiyeyê di kategoriya sporê da ji nav 8 wêneyan, li dinyayê di kategoriya nûçeyan da ji nav 8 wêneyan, li dinyayê di kategoriya jiyanê da ji nav 20 wêneyan û li dinyayê di kategoriya sporê da ji nav 5 wêneyan "Wêneyên Mehê", di 2 kategoriyan da ji nav 10 vîdeoyan "Vîdeoya Mehê" hat hilbijartin.
Di dengdayîna "Wêneyên Mehê" û Vîdeoya Mehê" da
li dinyayê di kategoriya
nûçeyan da wêneyê Murteza Khaliqî ya ku behsa li Efxanistanê hin malbat ji bo zarokên xwe têr bikin nikarin xwarinê bibînin û hin zarok jî ji ber birçîbûnê di nexweşxaneyan da tedawî dibin, dike hat hilbijartin.
Li Tirkiyeyê di kategoriya nûçeyan da wêneyê Îzzet Mazî hat hilbijartin. Çawîşê pispor yê beyter Ahmet Akdal li herêma Çiqlê Zeytûnê di êrîşeke terorê da şehîd ket û kuçîkê wî "Atmaca" yê ku mayînan digere jî birîndar bû ku ew niha li Kahramanmaraşê li cem malbata wî dijî.
Li dinyayê di kategoriya jiyanê da wêneyê Behçet Alkan ya ku ji bo kesên dixwazin li esmanê Kapadokyayê ya ku balonên hewaya germ wê dixemilîne wêneyan bikşînin bi vînçan va hêlekan hat çêkirin, hat hilbijartin.
Li dinyayê di kategoriya sporê da wêneyê Hassona hat hilbijartin. Li Xeta Xezeyê ya di bin dorpêçiya Îsraîlê da ye bi keştiyên masîvanan va turnuvaya werzişê hat lidarxistin. Di turnuvaya ku ji hêla Federasyona Babirekê hat lidarxistin da pêşbazên jin ên amator beşdar bûn.
Li Tirkiyeyê di kategoriya sporê da wêneyê Ahmet Ozler hat hilbijartin. Pêşbirkên Gava 3yemîn ên Şampiyoniya Off-Roadê ya Tirkiyeyê ya Petlas 2021î li Karabukê çêbûn.