13 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2015
ANKARA
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Işik dîmena kamûflajkirî ya prototîpa otomobîla xumalî li Maseya Edîtoran a AAyê bi raya giştî ra parve kir û got ku 3 prototîp hatin çêkirin û xebatên Lêkolîn-Pêşxistinê dewam dikin.
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fikrî Işik bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
Wezîr Işik di axaftina xwe da der barê wesayîta xumalî da wiha got: "Heke di îstiqrara Tirkiyeyê da pirsgirêkek dernekeve, proje bi awayê ku me plan kiriye bidome, em bawer dikin ku em ê di sala 2020an da wesayîteke xumalî ya Tirkiyeyê pêşniyazî însanên xwe bikin."
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Işik der barê wesayîta xumalî da got ku armanca wan ew e ku di sala 2016an da 30 yan jî 40 wesayîtên ku di hemû eraziyan da bên emilandin çêkin û heta dawiya sala 2019an jî li dû hevdu van wesayîtan çêbikin.