İbrahim Atmaca
04 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
ANTALYA
Li Fînîkeya navçeya Antalyayê ku wek "warê purteqalan" jî tê zanîn, nêzî 20 roj berê daweşandina porteqalan dest pê kir û didome.
"Porteqala Fînîkeyê" li giştiyê welêt wek marqe navdar bûye. Li navçeyê daweşandina purteqalan di meha gulanê da bi dawî dibe û tê payîn ku rekolteya îsal nêzî 230 hezar tonî be. Hilberîner kîlo wan li ser daran di navbera 80 quriş û 1,2 lireyî da difroşin û dibêjin ku vê gavê bihayê wê wan tetmîn dike.
Li navçeyê herî zêde cisnê "Washington Navel"ê heye û rojê 400-500 ton tê daweşandin. Ji sedî 80 ji Stenbol, Enqere, Îzmir û bajarên din ra tê şandin, ji sedî 20 jî ji Ukrayna, Rûsya, Moldovya û welatên din ra tên îxrackirin.
Serokê Odeya Zîraetê ya Fînîkeyê Halil Sariçobanoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber ku meha borî babelîsk rabû, daweşandina porteqalan dereng dest pê kir.
Sariçobanoglu diyar kir ku li navçeyê nêzî 30 hezar dekar bexçeyên narenciyeyê heye, ji sedî 8ê hilberîna narenciyeyê ya Tirkiyeyê ji Fînîkeyê tê.
Li Tirkiyeyê herî pêşî purteqala Fînîke Gemezenê digihîje. Dû ra porteqala Edene, Mêrsîn û deverên din digihîje.
Sariçobanoglu destnîşan kir ku di sala 1998an da li Kalîforniyaya eyaleta Amerîkayê pêşbaziyek hat kirin û porteqala Fînîkeyê wek porteqala herî baş a dinyayê hat neqandin.