Önder Beyter
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
AYDIN
Li Kuyucaka navçeya Aydinê welatî Semra Unalê cîpsê hêjîran çêkir û bi vê berhema xwe va bû muteşebiseke serkeftî. Unalê herwisa îsal jî sêva cinetê bi awayekî taybet hişk dike û ji ser înternetê kîloya wê bi 30 lireyî difiroşe. Muteşebisa serkeftî bi vê xebata xwe va hem dahata xwe zêde kir û hem jî 20 jinên ji taxê îstixdam kir.

Unalê bi cîpsê hêjîran serkeftineke mezin bi dest xist û pê bû binavûdeng. Li ser vê, Unalê bo resepsiyona li Kuliyeya Serokomariyê hat vexwendin û li vir ligel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat cem hev. Dîsa Unalê ji bo firotin û binavûdengkirina sêva cinetê ya ku li herêmê hêşîn dibe, dest bi xebatê kir.
Unalê bi rêbazên xwezayî sêva cinetê hişk kir û ji ser înternetê dest bi firotina wê kir.
Unala 41 salî ya ku 3 zarokên wê hene, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wê du sal berê dest bi hişkirina sêva cinetê kiribû, lêbelê ji ber xebatên cîpsa hêjîran zêde wext û derfeta wê çênebû ku li xebatên xwe yên zihakirina sêva cinetê hûr bibe.

Unalê bal kişand ku wê ligel 20 hevalên xwe yên ji taxê par tonek sêva cinetê hişk kir û ji ber ku berhema wan hat ecibandin, wan îsal ev reqam derxist 5 tonî.
Unalê bal kişand ku ew li taxa xwe mîna fabrîqeyekê dişixulin û wiha dewam kir, "Em sêvan yek bi yek spî dikin, datînin ser têlên biqul. Paşê em datînin hundirê serayên bi naylonan nixamtî da ku hişk bibin. Ji 4 kîlo sêv, kîloyek sêvê hişkirî derdikeve. Dema hişk dibe, tama wê pir dişibe ya xurmeyê."

Karker Necla Çinara 45 salî jî diyar kir ku ew dişixule da ku di warê aboriyê da piştgiriya mêrê xwe bike û wiha dewam kir, "Xwîşka me Semrayê tu hema bêje em hemû jinên taxê îstixdam kirin. Em jî li vir li gorî xwe qazancekê dikin."