Sabri Yıldırım
07 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2023
Serokê Giştî yê Yekîtiya Kooperatîfên Danîn û Firotina Titûnê ya Tirkiyeyê Şeyhmus Solgun got ku li bajêr 620 cotkarî li 5 hezar donim erdî titûn danî.
Solgun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku danîna titûnê bi kêrî aboriyê tê û ji dahatan yek e.
Di berdewamiya axaftina xwe da Solgun got ku wan îsal li Mûşê bi 9 şirketan ra peyman îmze kiriye û wiha domand: "Em îsal li bendê ne ku titûn zêdetir be. Li deşta Mûşê titûna Egeyê, ya xwemalî û ya Talgarê tê danîn. Îsal 620 cotkarî li 5 hezar donimî titûn danî. Her ku diçe hejmara kesên titûnê datînin zêde dibe."