Erhan Cihan Ünal
07 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2023
Rêjeya baca KDV, Lîstikên Şansê, Miameleyên Banke û Sîgorteyê (BSMV) û hin xercan ji nû va hat diyarkirin.
Biryarên serokomar yên der barê verastkirina bac û xercan da di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor biryarê ji xeynî xercên ku ji bo belgeya şofêriyê distînin rêjeya xercên maqtu yên tên sepandin ji sedî 50 hatin zêdekirin. Xerca maqtu ya ku rêwî ji bo biemilînin ji dervayî welêt têlefonan tînin û jê tê hildan jî bû 20 hezar lire.
Di krediyên emilkaran da rêjeya BSMVyê ji sedî 10an derket ji sedî 15an.
Baca Lîstikên Şansê di pêşbaziya hespan da derket ji sedî 14an, di pêşbirkên sporê da ku li ser şertgirtina muşterek e derket ji sedî 10an û di lîstikên din yên şanxê da ev rêje derket ji sedî 20î.