Muhammed Yusuf,Ömer Erdem
30 Hezîran 2025•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2025
Li Stenbolê bernameya "Meclisa Xwendinê ya Hedîsên Sehîha Buxarî" hat lidarxistin û di bernameya ku 13 rojan dewam kir da belge dan 1500 beşdaran.
Bername bi pêşengiya Weqfa Îlîm û Xizmetê ya Mizgefta Îsmaîlaga û Weşanxaneya Sîraçê seba xatireya pêşengê merhûm ê cimaeta Îsmaîlaga Mahmud Ustaosmanoglu hat lidarxistin û di 17ê Hezîranê da dest pê kir. Bername li Mizgefta Yavuz Sultan Selîm a li Fatîhê bi merasima îcazetê va kuta bû.
Ji Tirkiye û welatên cuda yên dinyayê gelek alim û akademîsyen beşdarî bernameyê bûn û li ser parastina sunetê, xurtkirina îlmê hedîsê û neqilkirina ji bo nifşên nû, fikr û ramanên xwe gotin.
Digel Miftiyê Sûriyeyê Şêx Usame er-Rifaî; ji Erebistana Siûdî Mihemed Tahir Nûr Welî, ji Sûriyeyê Yehya el-Xewsanî, Midûrê Enstîtuya Îslamê ya El Fethê (Mahedu'l-Fethi'l-Îslamî) Eymen Şabanî û Mihemed Xalid el-Harsa, ji Somaliyê Mehmûd Ebdulbarî û Midûrê Îhtisasa Bilind a Dînî ya Hasekiyê ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê Muhammed Emîn Kiliç beşdarî bernameyê bûn.
Piştî kutabûna bernameyê belge dan 1500 beşdaran.