İbrahim Atmaca
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
ANKARA
Li gor baweriya dînê îslamê Leyletul Qedra ku ji hezar mehan bixêrtir e, îro tê pîrozkirin.
Di dînê îslamê da Qur'ana Pîroz di şeva Qedrê da dest pê dike û nizûl dibe. Wisa tê qebûlkirin ku "di vê şevê da deriyên semayê tên vekirin, dia û tobe tên qebûlkirin". Di Qur'ana Pîroz da tenê behsa şevekê tê kirin, ew jî ev şev e.
Di Qurana Pîroz, "Sûreya Qedrê" da wiha behsa vê şevê tê kirin:
"Bê guman me ew (Qur'an) di Şeva Qedrê da nizûl kir. Tu çi dizanî ku Şeva Qedrê çi ye! Şeva Qedrê ji hezar mehan bi xêrtir e. Milyaket û Ruh (Cebraîl) di wê şevê da bi destûra Rebbê xwe ji bo her cure kar û baran tên ser rûyê erdê. Ew şev heta serê sibehê silametî û aramî ye."
Midûriya Giştî ya Xizmetên Dîn a Serokatiya Kar û Barên Diyanetê wê ji bo Şeva Qedrê çalakiyên curbecur li dar bixe.
Li Denizliyê wê li Mizgefta Ahmet Hulusî Efendî ya Zanîngeha Pamukkaleyê, li Enqereyê Mizgefta Millet a Beştepeyê, li Stenbolê Mizgefta Yavuz Selîm a li Taxa Cennetê, mizgefta Fatîh, mizgefta Kesk a Taşolukê û li Konyayê mizgefta Siltan Selîmê bernameyên taybet werin lidarxistin, Qur'ana Pîroz û mewlûd werin xwendin.