24 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
HALEP
Li Sûriyeyê ji 19ê îlonê virda di êrîşên ji hewayê yên rejima Esed û yên Rûsyayê da 323 sivîl hatin kuştin, hezar û 334 kes birîndar ketin.
Di pêşîkêşiya DAY û Rûsyayê da di 12ê îlonê da agirbest hatibû îlankirin û heftekî şûnda hatibû rakirin. Piştî rakirina agirbestê ji hewayê êrîşên li ser sivîlên li Helebê dewam dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li Helebê ji çavkaniyên nexweşxaneyan û ekîbên parastina sivîlan sitandin, ji 19ê îlonê virda di bomberanên rejima Esed û yên Rûsyayê da 323 kes mirin, hezar û 334 kes jî birîndar ketin.
Êrîşên li ser Bustan el Qesir, Meşhed, Kellese, Firdews, Beştakîn, Ensarî, Katircî, Bab El Neyrab, Salihîn, Meadî, Terîq el Bab, Sahur, Merce, Kerm Hemûd, Şêx Hadir, Sukkerî, Şear, Muyesîr, Mesekîn Hananu û Kefr Hemrayê zêdebûn.
Wek mayîn rejimê û Rûsyayê do jî êrîş biribûn ser ciyên sivîlan ên li el Bab a ku di kontrola DAEŞê da ye.