Nihat Kavşut,Ahmet Aydın
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) bi vekirina servîsên bi zimanê endonezî û îspanyolî hejmara zimanên xwe yên weşanê derxist 13an û bi ofîsên ku dixwaze li Malezya û Çînê veke tora xwe ya ziman û nûçeyan berfireh bike.
AAyê di 23yê cotmehê da li Cakartaya paytextê Endonezyayê Ofîsa Navendî ya Pasîfîk û Servîsa Nûçeyên Endonezî vekir û do jî li Kolombiyaya welatê Amerîkaya Latîn bi fermî Servîsa Îspanyolî vekir ku ev bû 13emîn zimanê weşanê ya AAyê.
Servîsa Zimanê Endonezî bi beşdariya Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya û gelek beşdarvanan hat vekirin û Ajansa Anadoluyê bû tekane servîsa navdewletî ya ku bi zimanê endonezî weşana nûçeyan dike.

Bi sedema vekirina Navenda Servîsa Zimanê Îspanyolî ya AAyê ku li Kolombiyayê ye Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos li Qesra Serokayetiya Dewletê ya Kolombiyayê pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Bagotayê Engîn Yurur û Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mutanoglu û ekîba pê ra kir.

Peyra Servîsa Îspanyolî ya AAyê şeva 26ê cotmehê bi beşdariya Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mutanoglu û gelek rayedarên payebilind li Bogotaya paytextê Kolombiyayê bi fermî hat vekirin.
- Ofîsên nû li Kuala Lumpur û Pekînê ne
Ajansa Anadoluyê bi tora xwe ya nûçegihaniyê ya li 86 welatan û aboneyên xwe yên li 45 welatî wê bi 13 zimanan naverokên xwe pêşkêş bike, di heman demê da amadekariyê dike li Malezya û Pekînê jî ofîsên xwe yên navendî veke.
Şenol Kazanciyê Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê der barê tora nûçeyan ya AAyê da wiha got: "Ajansa Anadoluyê ya ku di salên pêşî yên Cenga Rizgariyê da bi armanca 'gihandina dengê Anadoluyê bona cihanê' hat avakirin bi gavên diavêje hewl dide tora xwe ya nûçeyan berfirehtir bike."
Kazanci bal kişande li ser wê yekê ku ajansê bi zimanên nû yên weşanê û ofîsên xwe yên navendî îmkanên xwe yên gihandina nûçeyan bi şiklekî ewle û xurt zêde kir û wiha got: "Bi vekirina servîsa nûçeyan bi zimanê endonezî li Cakartaya paytextê Endonezyayê û zimanê îspanyolî li Bagotayê, me 2 gavên pêşverû û girîng avêtin. Bi avêtina vê gavê êdî Ajansa Anadoluyê bi 13 zimanan weşana nûçeyan dike. Bi buroyên xwe yên li Kuala Lumpura Malezya û Pekîna Çînê me çalakiyên nûçeyên xwe yên Asya-Pasîfîkê hêzdartir kir. Wê Ajansa Anadoluyê her wekî berê jî wisa bû wê berdewam be di gihandina dengên mezlûman bo cihanê."

Ajansa Anadoluyê ku halêhazir bi zimanên tirkî, ingilîzî, fransî, erebî, rûsî, farisî, BHS (boşnakî, xirvatî, sirbî), arnawidî, makedonî û bi 2 zaravayên kurdî (kurmancî û soranî) weşanê dike, yek ji 10 ajansên herî bi bandor yê cihanê tê hejmartin.
AA bi tecrubeya xwe ya 97 salî bi tora xwe nûçegihanan ya li 86 welatên curbecur rojane hezar û 384 nûçe û bi gelemperî ji 4 hezarî zêdetir wêne, 400 vîdeo û 6 înfografîk diweşîne.
Ajansa Anadoluyê ku di salên pêşî yên Cenga Rizgariyê bi armanca "gihandina dengê Anadoluyê bo cihanê" 6ê nîsana 1920an ava bû û yek ji yekem saziyên neteweyî yên Tirkiyeyê ye, wê bi zimanên xwe yên nû yên weşanê û bi ofîsên xwe yên navendî tora xwe ya nûçegihaniyê û hêza xwe berfirehtir bike.