HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, der barê rola alimên îslamê di mucadeleya kurdan de wiha got: "Ji Şêx Ubeydullahê Nehrî bigirin, heta Şêx Ebdusselamê Barzanî, Şêx Ehmedê Barzanî, Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Seîdê Pîran, Seyid Elî Riza, Pêşawa Qazî Mihemed. Hemû alimên îslamê bûn."
Serokê Herêmê Barzanî, li Hola Seed Ebdullah a Hewlêrê der barê referandûma serxwebûnê de bi alimên îslamî yên Kurdistanê re civîn kir û ji wan re behsa qonaxên borî rewşa halê hazir kir.
Barzanî wiha dest bi axaftina xwe kir:
"Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku em civîna pêşî li ser referandûma serxwebûnê digel alimên Îslamê dikim. Lewra rola mamosteyan roleke serekî ye. Em hemû dizanin mamosteyên dînî di şoreşa Îlonê de roleke sereke lîstin. Di rêxistinê, handana xelkê û bilindkirina manewiyata xelkê de xwedî roleke esasî bûn. Gelek mamoste şehîd jî bûn. Wek Pêşmerge rahiştin çekê û şehîd ketin. Divê hûn xelkê têbigihînin. Êş û azara bindestiyê çi qas zor e? Yên ku Enfal, Helebce, derbederî û penaberî dîtine ew azara vê rewşê dizanin. Herwiha ew bi qedrê azadiyê dizanin."
- "Îro jî şerekî giran li pêş me ye. Lê bi şêweyekî din"
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser xetera şerekî mezin û wiha got:
"Îro jî şerekî giran li pêş me ye. Lê bi şêweyekî din. Loma ez ji we rica dikim ku ew rola we di şoreşa Îlonê de lîst, niha ji bo serxwebûna Kurdistanê jî bînin cih. Dema ku em li tarîxê jî dinêrin, hemû rêberên me alimên îslamê bûn. Ji Şêx Ubeydullahê Nehrî bigirin, heta Şêx Ebdusselamê Barzanî, Şêx Ehmedê Barzanî, Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Seîdê Pîran, Seyid Elî Riza, Pêşawa Qazî Mihemed. Hemû alimên îslamê bûn.
Her daîm qenaeteke min ya temam hebûye. Dîn û nîştiman ji hev cuda nabin. Yek temamkera ya din e. Loma piraniya vê xebata pîroz dikeve ser milê alimên îslamê."
Li ser rizgarkirina Mûsilê û tirsa duristbûna rêxistineke wek wê Barzanî wiha nirxandin kir:
"DEAŞ temam bibe jî MAIŞ tê. Hemû tirsa me jî ev e. Îhtimal e ya piştî DEAŞê were xerabtir jî be. Şert û mercên ku ji dema DEAŞ derket musaidtir be. Di dema çêkirina Mûsilê de berî 2 salan, min bi Emrîka û Bexdayê re xeber da û gelekî israr kir, min got lazim e 2 planên me hebin ji bo Mûsilê. Plana eskerî diyar e çawa dibe lê ya muhîm plana piştî rizgarkirina Mûsilê ye. Lewra Mûsil, ji hemû wîlayetên din ên Iraqê cudatir e. Neteweyên cuda, dînên ji hev cihê û mezhebên ji hev ferq hene. Xwedî tarîx û çandeke gelekî kevn û dûr e, tijî problem û pirsgirêk e. Loma jî çareseriyeke taybet divê."
Li ser heman mijarê wiha dewam kir:
"Di destpêkê de hemû alî gelekî eleqedar xuya bûn, lê dema operasyon nêzîk bû mijara piştî rizgarkirina Mûsilê li cem wan pir ne giring bû. Hemû giranî li ser plana eskerî bû. Min temaşe kir ku eger plana eskerî bi ser nekeve dê xetayê ji me bibînin. Li ser vê min got kerem bikin. Ez ji bo we dibêjim, ê me emê sînorên xwe bigirin û nahêlin ew tevliheviya Mûsilê bi aliyê me de were. Lê di encamê de tesîr li hemû aliyan dibe. Pêşmerge xeta yekem a parastina DEAŞê şikand û me rê da ku eskerê Iraqê jî derbasî nav şer bibe û Mûsilê rizgar bike. Yan na ne mumkin bû ku Mûsil bihata stendin."
- "Iraq girêdayî yek peymanê jî nema"
Barzanî rexne li hikûmeta Iraqê girt û got girêdayî peymanan nebûye. Ewî wiha agahî da:
"Me peyman çêkir ku kî li ku dibe û cihê kê ku der. Lê piştî operasyon dest pê kir hemû têk çû. Yanî girêdayî yek peymanê jî neman. Ev rewşa îro ye, îja yên berê li aliyekî. Çekdarkirina Pêşmerge, dayina meaşê wan, veqetandina budçeyê ji wan. Ev hemû mijareke din in. Herwiha madeya 140î jî bihêlin li aliyekî. Ez behsa ya niha dikim. Loma çiqas zûtir em bibin 2 cîranên baş, hem ji bo me hem ji bo wan çêtir e.
Di şerê DEAŞê de qehremanên wisa di nav Pêşmerge de durist bûn ku divê mirov teşbîha şêr bi wan bike, ne ya wan bi şêr. Pîr bûn, taqeta wan nemabû lê dîsa jî şerekî mezin kirin û DEAŞ têk birin."
- "Xwedê em wek beşer afirandine. Ew îrade jî daye me ku em tercîhê bikin"
"Fikra neteweyî ya li ser heq û azadiyê ne ya li ser nijadperestiyê karê alimên îslamî ye" bi van gotinan daxwaz ji alimên kurd kir ku bi rola xwe re rabin û domand:
"Divê mamosteyên me vê yekê bikin. Kurd bi çandeke wisa hatine perwerdekirin ku îhtimal e halê me ji yê gelek welatên cîhanê baştir be. Bi taybet evên li Rojhilata Navîn. Di navbera misilman û êzidî, misilman û xrîstiyan de hessasiyet tuneye. Hemû hev qebûl dikin, bi hev re dijîn. Yek ji bo yê din tê kuştin. Loma ev zemîn li Kurdistanê pir xweş e. Belkî haya me jê tunebe, lê pozisyona kurdan bi saya vê yekê gelekî giran û bilind e."
Azadiya dîn li Kurdistanê heye. Xwedê em wek beşer afirandine. Ew îrade jî daye me ku em tercîhê bikin. Îdî evd û Xwedayê xwe ne, îbadeta xwe çawa dike dê bike. Ev mijar gelekî giring in."
- "Biryara xelkê ji hemû biryaran mezintir e"
Li ser biryara referandûmê Barzanî wiha axivî:
"Biryara xelkê ji hemû biryaran mezintir e. Hikûmet, parlamento, partî divê girêdayî biryara xelkê bin. Ev hemû wasite ne ji bo bicihanîna daxwazên xelkê Kurdistanê. Loma me biryar da xelk tercîha pêşeroja xwe bike. Gelek kesan digot ev raya şexsekî ye. Ev biryar ne 7ê Hezîranê hatiye dayîn, di wê rojê de tenê tarîx hat diyarkirin. Ew civîn nehata kirin kesî nedizanî 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Ev mijar bi salan e tê xeberdan û hemû alî li serê kok in. Ev referandûm ya hemû ferdên Kurdistanê ye. Yên ku 7ê Hezîranê ev biryar dan di tarîxa Kurd û Kurdistanê de cihekî mezin bo xwe qeyd kirin. Biryara referandûmê ji bo hemû xelkê Kurdistanê ye Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Kildanî, Tirkmen, Ermenî û yên mayî ye."
- "Iraqê Kurdistan wek şirîkeke rasteqîne qebûl nekiriye"
Barzanî axaftina xwe berdewam kir û got:
"Di avakirina Iraqeke demokrat û azadîxwaz de tu kêmasiya Kurdistanê çênebûye. Iraqê Kurdistan wek şirîkeke rasteqîne qebûl nekiriye û di vê mijarê de têk çûye. Em bi Iraqê re di 2 qonaxan re derbas bûne. Yek jê heta 2003an a din piştî 2003an heta îro. Di qonaxa yekem de, îxtilafeke mezin li ser avakirina hikûmeta Iraqê çêbû. Wê demê Iraq 3 wîlayet bû. Wîlayeta Besrayê başûrê Iraqê, wîlayeta Bexdayê naverasta Iraqê û wîlayeta Mûsilê jî bakurê Iraqê. Ne tenê Kurdistan, beşek Tîkrît û Diyala jî diketin navê. Ev mijar di navbera hevpeymanan û Tirkiyeya wê serdemê de bû sedema îxtîlafeke mezin. Li ser vê biryar dan ku ji Usbetul Umemê heyetek were li Kurdistanê îstîftatê bike. Wê demê xelkê Kurdistanê biryar da ku bi Iraqê re bimînin. Lê bi şertekî ku hevbeş û şirîk bin di hukimdariya vî welatî de. Dewama wê herkes dizane ka êş û azarên çawa hatin kişandin. Bi reqem ji 5 hezar gundan 4 û 500 gundên Kurdistanê hatin wêrankirin. Eger rejim bima ew 500 gundên mayî jî dê xera bikira. Erebkirin gihîştibû 15 kîlometre başûrê Hewlêrê. 12 hezar gencên Feylî di temenê 18 heta 30 salî de hatin windakirin. 8 hezar Barzanî ji 10-12 salî heta 90 salî birin wind kirin. Piştî rûxandina rejimê derket holê ku li ser van û Barzaniyan li Qaîm û Ekaşatê tecrubeya çeka kîmyayî hatiye kirin. Sala 82-83 û wan çaxan."
Serokê Herêma Kurdistanê li ser nakokiyan jî wiha dewam kir:
"Enfala mezin di ser de hat. Ji Kelar û Xaneqînê bigire heta Zaxoyê. Di vê serdemê de 182 hezar kes hatin windakirin. Îca Helebce û kîmyabarana seranserê Kurdistanê bû sembola wan qetlîaman. Piştre me şoreş da destpêkirin û exlaqê xwe yê bilind nîşanî hemû dinyayê da. Behsa Efrîqaya Başûr dikin, ji aliyê ciwanmêrî û exlaqberziyê. Lê ne me zaniye îşên baş ên vî milletî bi dinyayê bigihînin û ne jî kesek hebûye ku behsa vê yekê bike. 2 hêzên mezin ên Iraqê teslîmî Pêşmerge bûn ku ev sûc hemû kiribûn. Hîç nehatin eziyetdayîn û gotineke ne xweş jî ji wan re nehat gotin. Hurmet ji wan re hat nîşandan. Ev meziniya vî milletî ye."
Barzanî diyalogeke xwe ya digel Elî Mecîd wiha neqil kir:
"Li Bexdayê piştî ku em çûn hevdîtinan Elî Mecîd tore bû got dibêjin 182 hezar hatine kuştin, ne 182 hezar 100 hezar e. Min ji Elî Mecîd re got bila 50 hezar jî xatirê te be, ka 50 hezarê din? Wextê yek amade be 1 kesê bêguneh bikuje dikare 1 milyonî jî bikuje. Mesele ne jimar e, mesele niyet e û tawan e."
- "Em tu carî nabêjin, mafê me bidin. Lewra mafê me Xwedê daye"
Der barê qonaxa nû ya piştî 2003an jî dewam kir:
"Piştî wê qonaxa 2003an dest pê kir, ji bo Iraqeke nû me gelekî hewl da û tiştê ket ser me, me kir. Bo malûmatê dibêjim. Me lijneyek ji bo binpêkirinên destûrê amade kir. Heta niha 55 madeyên destûrê hatine binpêkirin. Em tu carî nabêjin, mafê me bidin. Lewra mafê me Xwedê daye. Mafê ku Xwedê daye wan zeft kiriye, dest danîne ser. Em dibêjin dest ji ser rakin. Di heqîqetê de jî em du millet û cografyayên ji hev cuda ne. Divê ev were qebûlkirin. Me xwest em bi şirîkatî bijîn lê qan qebûl nekir. Loma gelekî tebîî ye ku em bibêjin madem hûn şirîkatiyê naxwazin werin em bibin du cîranên baş.
Par dema em bi partiyên Kurdistanê re çûn û digel wan rûniştin. Min ji wan re got: Divê em bi cesaret bibêjin ku şirîkatiya me têk çû. Heydê bila nêviyê xetayan jî yê me be. Lê gelo di berjendiyên we û yên me de ye em tecrubeya tekçûyî ya sed salên borî careke din dubare bikin? Her di teqeleqê de, di dudiliyê de, di bêhizûriyê de. Kes nizane em dê kengê rastî şer werin. Ev ne Iraqê digihîne rehetiyê, ne jî me."
Barzanî got eger serxwebûnê ranegihînin dê rastî mûsîbeteke mezintir werin û wiha agahî da:
"Tirsa min ji tiştekî xerabtir e. Lewra ev weziyet wisa dewam bike, ez gelekî ditirsim ku em rastî tiştekî din werin. Wellahî eger min zanîba ev rewşa îro heye bi vî awayî dimîne û êrişî me nakin, me dê gotiba bila neviyên me vê amancê bicî bînin. Eger şerê DEAŞê xelas bibe û werin ji me re bibêjin ji Xaneqîn, Mexmûr, Kerkûk û Şingalê derkevin, emê çi bibêjin? Em derkevin, emê bi çi rûyî derkevin hizûra malbatên şehîdan û emê ji xwe re çi bibêjin? Eger em bimînin emê rastî şer werin, ev bernameya wan e. Ew dibêjin vegerin hidûdê kesk. Hidûdê kesk cihê di navbera me û Seddam de biîxtilaf bû. Kerkûk, Xaneqîn, Zumar, Şengal, Tûzxurmatû, yek ji van ne di navê de. Loma ji bo em rê li ber şer bigirin me biryara referandûmê da."
"Referandûm ji bo bicihanîna hedefê wesîleyek e. Hedef jî serxwebûna Kurdistanê ye" got û wiha domand:
"Werin em vê firsendê bidin xelkê Kurdistanê bila biryarê li ser qedera xwe bide. Wek Îskoçyayê. Ev ne kufr e. Belkî xelkê Kurdistanê bibêje em naxwazin, wê demê tu problem namîne. Lê eger got belê divê îhtiram were nîşandan. Ne bihevrejiyana bizorê ne jî cudabûna bizorê çûye serî. Tecrubeya Ewropayê li ber çavan e. Loma helwesta dewletan tebîî ye. Kes nayê nabêje belê em teyida serxwebûna Kurdistanê dikin. Kesî jî negotiye em li dij in. Dibêjin dem ne munasib e. Em bo van hemûyan dibêjin 15 Îlon ne munasib be, kengê munasib e? Em nikarin henekên xwe bi xelkê xwe bikin, îradeya wan tune bihesibînin. Ez referandûmê dikim, nakim, texîr dikim. Kes vê henekpêkirinê qebûl nake. Ne mumkin e m vê qebûl bikin, ne mumkin e. Ev texîr nayê kirin û dê referandûm bibe. Bila ji herkesî re eşkere û vekirî be."
Bal kişand ser wê yekê jî ku pêştir pir alî li dijî federaliyeta Iraqê bûn û axaftina xwe wiha temam kir:
"Gelek dewletên ku niha konsolosxaneyên wan li Hewlêrê hene, dema federaliyet hat ragihandin li dij bûn. Kes bi qasî Paul Bremer ne li dijî federaliyetê bû ku hat Iraqê. Ev emrê waqi' bû û mecbûr bû teamulê pê re bike. Erê federaliyet heye lê her tiştê me di destê Bexdayê de ye. Esman, sînor, hewa, aborî û eskerî her tişt di destê wan de ye.
Mela Cizîriyê mezin di şiîreke xwe de dibêje, "Me serî daniye rê û me bi Xwedê bestiye pişt" Îdî em tewekkulê didin Xwedê û hêviy me ew e. Qet milletê kurd ji birçînan nemiriye. Xwedê ew qas nîmet dayiyê ku dikare bi îmkanên herî kêm jî bijî. Herwiha em soz didin ku Kerkûk her dilê Kurdistanê bimîne."
news_share_descriptionsubscription_contact
