HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku hikûmeta navend a Bexdayê û civaka navneteweyî ji bo arîkariya penaberên iraqî divê berpirsyariyên xwe bi cî bînin.
Barzanî Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî William Lacy Swing li avahiya xwe ya fermî qebûl kir.
Li gor daxuyaniya li ser malpera fermî ya HKIyê hat weşandin, Barzanî diyar kir ku ji bo ku hewceyiyên penaberên iraqî yên li Hewlêr, Silêymanî, Dihok û Kerkûkê pêk bînin, wek hikûmet çi ji destê wan tê dikin.
Barzanî destnîşan kir ku bi barekî gelek giran re rû bi rû mane û wiha axivî: "Ne mimkûn e ku em bikaribin hemû hewceyiyên penaberan pêk bînin. Jimara wan her ku diçe zêde dibe. Hikûmeta navendî ya Bexdayê û civaka navneteweyî ji bo arîkariya penaberên iraqî divê berpirsyariyên xwe bi cî bînin.
Barzanî ji Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî William Lacy Swingbo ji bo ku welatên din teşwîq bike ku arîkarî bişînin herêmê, arîkarî xwest.
Lacy Swîng jî medha arîkariyên Herêma Kurdistanê yên der barê penaberan de kir. Swîng got ku Herêma Kurdistanê ji bo peydekirina cihê penaberên ku ji pevçûnê reviyan, bicîanîna hewceyî û ewlehiya wan de gelek ked da û kêfxweşiya xwe ya ji ber vê yekê anî ziman.
Swîng da zanîn ku dê der barê şert û mercên jiyana penaberên li Iraqê de raporek amade bikin û vê raporê li Cenewreyê bi raya giştî ya navneteweyî re parve bikin.