Türkan Tosun
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
MANAMA
Behreynê li hember rexneya Rex Tîllersonê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê ya der barê azadiya olan a li welêt de, bertek nîşan da.
Wezareta Karên Derva yê Behreynê di daxuyaniya nîvîskî de bertek nîşanî rexneya Tîllerson da û wiha got: "Daxuyaniyên Tîllerson vik û vala ne, bê bingeh in."
Di daxuyaniyê de hat gotin di dîroka Behreynê de mirov her tim di nav xweşbîniyê de jiyane, çi şiî, çi kesên ku mezhebên wan cuda ne xizmeta welatê xwe kirine û dikin jî.
Hat gotin tu kes ji ber zayend, nijad an jî mezhebê xwe nayê binçavkirin û girtin, hikûmeta Manamayê ji hemû welatiyan re xizmeta civakî dike.
Rex Tîllersonê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê piştî eşkerekirina rapora salane ya der barê azadiya olan a 2016an de civîneke çapameniyê li dar xistibû û gotibû Behreyn serokên şiî û muxalifan digre.