06 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
VAN
Li deriyê sînor ê Kapikoyê yê Wanê hin nûkirin çêbûn, li ser vê nûjeniyê di nav du mehan de ji Îranê 50 hezar turîst hatin Wanê.
Di meha kanûna paşîn de ji deriyê sînor ê Kapikoyê 17 hezar kes, di meha sibatê de jî 33 hezar û 500 kes hatin Wanê. Di meha adarê de ya ku betlaneya newrozê 13 roj in de tê texmînkirin ku ev hejmar zêdetir bibe.
Fatîh Çîftçiyê Alîkarê Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li ser deriyê sînor hin tevdîr hatine dîtin ku dema zêde turîst hatin alozî û qerebalix çênebe.
Çîftçî got ku cihên pasaportan kontrol dikin, hejmara peronan ji 2yan derxistine 4an, hejmara polês û xebatkarên gumrukê jî hatine zêdekirin.
Midurê Turizm û Çandê yê Bajêr Muzaffer Aktug jî bi bîr xist ku ji ber betlaneya newrozê ji 14ê adarê pê va wê gelek îranî bên Wanê.
- Ji Îranê di nav rojekê de 3 hezar û 174 kes hatin Wanê
Midûrê Herêma Rojhilatê Anadoluyê yê Wezareta Gumruk û Bazirganiyê Mehmet Çelebî jî got ku li ser deriyê sînor ê Kapikoyê kar û barên pasaportê yên mêvanên îranî bilez tên kirin.
Çelebî destnîşan kir ku bi tevdîrên hatine dîtin û xebatan hatine kirin va di 1ê adarê de 3 hezar û 174 kes ji sînor derbas bûne û hatine Wanê, ev jî rekor e.