Fatih Gazioğlu
03 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
QUDIS
Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî bombeya xazê avêtin ser malbateke bipitik.
Li gor agahiyan ji aliyê Yeş Adîta saziya mafên mirovan a Îsraîlê vîdeoyek hat weşandin. Di vîdeoyê de bavek, dayiyekek û pitika ku di koşa wê de ji eskerên Îsraîl direvin.
Di wê radêyê de eskerekî Îsraîlê bombeya xazê diavêje ser malbatê.
Li gor nûçêyên ku di çapemeniya herêmî de derketin, eskerên Îsraîlê der barê vîdeoyê de daxuyaniyek dane û gotine wan nedîtiye ku di koşa dayikê de pitik heye.
Li Qudsa Rojhilat a dagirkirî 200 hezar, li Şerîeya Rojava jî 400 hezar niştecihên cihû hene. Li gorî hiqûqa navneteweyî hemû deverên cihbûnê yên cihûyên li van deran, dereqanûnî tên hesibandin.
Xeta Xezeyê jî ji sala 2007an vir va di bin dorpêça Îsraîlê da ye û lê nêzî 2 milyon Filistînî dijîn.
Li Şerîeya Rojava nêzî 3 milyon, li Qudsa Rojhilat a dagirkirî jî ji 300 hezarî zêde Filistînî dijîn.