Haydar Şahin
03 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Adar 2018
STOCKHOLM
Li gor rapora Enstîtuya Karolînskayê ya li Stockholma baytextê Swêdê, par li welêt 12 penaberên zarok ên bêrefaqet xwe darda kirin.
Di raporê da hat destnîşankirin ku piraniya van zarokan ji Efxanistanê ne û piştî redkirina daxwaza wan ya îlticayê xwe darda kirine.
Ellenor Mittendorfer Rutza pispora Xizmetên Civakî û Tenduristiya Ruhî ya ku rapor amade kir got ku van zarokên ku xwe darda kirine berê travmayên mezin derbas kirine û di dema koçê da êşkence û tundî dîtine.
Di daxuyaniya Navenda Psîkiyatriya Zarok û Ciwanan da jî hat diyarkirin ku hejmara penaberên zarok ên ku xwe darda kirin rast nîne, rewş ji vê xirabtir e.
Li gor daneyên Ofêsa Penaberan, li Swêdê di sala 2015an da 35 hezar û 360 zarokên bêxwedî hatin welêt û ev hejmara di sala 2016an da dakete 2 hezar û 199an û di sala 2017an da jî dakete hezar û 334an.