Ahmet Aydın
22 Tebax 2018•Rojanekirin: 24 Tebax 2018
HEWLÊR
Li bazara heywanan a bajarê Hewlêra girêdayî Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo Eyda Qurbanê li tenişta pez û dewaran hêştir jî têne firotin.
Firoşyarê hêştiran Tehsîn Mewlûd di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de got, "Ji 3 salên dawîn ve em ji abşûrê Iraqê hêştiran tînin Kurdistanê. Me di eydê de hêştir derxistin bazarê. Heta nuha me 30 hêştirên qurbanî firotine.

- Hêştir bi 2 hezar dolarî kiryarî dibînin
Mewlûd anî ziman ku giraniya hêştirên li bazarê 400-500 kîlogram e û heta 2 hezar dolarî kiryarî dibînin.

Mewlûd destnîşan kir ku hêştirên qurbanî bêhtir ji aliyê Ereban ve tên kirîn û wiha got, "Goştê hêştiran li gorî goştin din dohnê wê kêmtir e. Ji ber vê xelk eleqeyê nîşan didin. Herwiha di van demên dawî de xwaringeha ku goştê hêştiran çêdike vebûye."