05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 05 Mijdar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê da hêzên koalîsyonê li herêmên Şudud û Bulyahanê 5 êrîşên hewayî birin ser hedefên DEAŞa rêxistina terorê. Di êrîşê da 8 mensûbên DEAŞê hatin kuştin.
Di agahdariya ji hêla TSKyê va hat kirin da hat gotin ku Hereketa Mertalê Feratê ya bi armanca berterefkirina geflêxwarinên DEAŞ û rêxistinên terorê yên din ku TSKê li Sûriyeyê di 24ê tebaxê da dabû destpêkirin di roja 74emîn da didome.
Der barê rûdan û bûyerên ku di çarçoveya hereketê îro saet heta 07.00î pêk hatin da agahî hat dayîn.
Heta niha 365 kîlometre erd ji DEAŞê hat paqijkirin û ket qontrola mixalîfan.
- 8 endamên DEAŞê hatin kuştin
Di operasyonan de heta niha 71 hedefên DEAŞê xistin û cihên starbûnê, mewziyên parastinê, tesîsên qontrolkirina fermandariyê û hinek çek bi bomberdanê hatin îmhekirin.
Di 5 herekatên ji hewayê yên ku hêzên koalisyonê li dijî endamên DEAŞa rêxistina terorê yên li herêmên Şudud û Bulyahanê kirin da 8 terorîst hatin kuştin. 3 avahiyên ku rêxistinê ji bo parastina rêxistinê bi kar dianîn jî hatin îmhekirin.
Li herêmên ku ji rêxistina terorê hatin paqijkirin tîmên îmhekirina teqemeniyan ên ku piştgiriyê didin mixalifan mayînek û 11 teqemenî îmhe kirin. Ji destpêka herekatê vir da 36 mayîn û hezar û 418 teqemenî hatin îmhekirin.
Li ser xeta sînorê Sûriyeyê teyareyên bêmirov ên bi çek xebatên çavdêrî û keşfê didomînin.