03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
ÎDLIB
Li Sûriyeyê li dijî nexweşxaneyeke li bajarê Îdliba di kontrola muxalifan da êrişeke esmanî hat kirin. Di êrişa esmanî da nexweşxane bû kavil, nexweşên lê jî birîndar bûn.
Nexweşxaneya Neteweyî ya li navçeya Maret en-Nûman a li hêla başûrê Îdlibê li gorî dema Tirkiyeyê di saet 19.00an da ji aliyê firokeyên cengê va hat lêdan.
Li gorî agahiya ku berpirsê ajansa nûçeyan a navçeyê Mare el-Yewmê Mesût Beşşûra da AAyê, di bordûmanê da 10 sivîlên ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, birîndar bûn.
Herwiha di bordûmanê da nexweşxaneya ku kapasîteya wê 120 kes e û li navenda navçeya ku di kontrola muxalifan da ye, bû kavil.
Ekîbên Parastina Sivîlan di daxuyaniyên xwe yên li ser medyaya civakî da diyar kirin ku 3 êriş qewimîn û herwiha Komîteyên Kordînasyona Herêmî jî ragihandin ku firokeyên cengê yên ûris in.
Nexweşxaneya Neteweyî ya Maret en-Nûmanê par di meha sibatê da jî tûşî êrişa esmanî hatibû.