HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, Alîkara Serokê Meclisa Federal a Almanyayê Claûdîa Rothê û lijneya pê re qebûl kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya HKIyê Claûdîa Rothê di hevdîtinê de wiha got: "Ez ji bo ku we guhdarî bikim hatim. Em dixwazin bizanibin ku em ê çawa alîkariya Kurdistanê bikin da ku trajediya rojên dawîn ji holê rabe. Herêma Kurdistanê di bin talûkeyê de ye."
Rothê destnîşan kir ku barekî giran li ser pişta Kurdistanê ye û wiha axivî: "Pêwistiya penaberan bi derman, xurek, nexweşxane û bi cî û waran heye. Kurdistan di nav şert û mercên dijwar de derbas dibe. Hikûmeta Bexdayê jî para Kurdistanê nade."
Barzanî jî di hevdîtinê de diyar kir ku ji parastina gelê xwe û neteweyên din li dijî DÎŞIyê şer dikin û got ku hikûmeta Iraqê û hin dewlet naxwazin ku Kurdistan çekan bistîne û astengiya derdixin.
Barzanî di berdewamiyê de wiha got:
"Heger ji me re ewqas astengî dernexistana, niha DÎŞI evqas pêşva nediçû. Em ji dinyayê piştgirî dixwazin. Pêwistiya me bi alîkariya însanî û leşkerî heye. Em ê teqez terorîstan têk bibin."