HEWLÊR
Karmendên li bajarên Hewlêr, Duhok û Kerkukê ji ber ku mehaneyên wan nayê şandin Serokwezîr Nûrî el- Malikî protesto kirin.
Li Hewlêrê li Qada Qeleyê nêzî 500 kes li hev civiyan û heta avahiya parlementoyê meşiyan. Komê di rê de pankartan vekirin, dirûşman berz kirin û rêvebiriya Malikî ya ku ev du meh in mehaneyên karmendên Herêma Kurdsitana Iraqê (HKI) nadin, protesto kirin.
- "Li hember Bexdayê em yek deng in"
Parlementerê Yekîtiya Welatparêzên Kurdistanê Awaz Cengî jî beşdarî çalakiyê bû û piştgirî da çalakvanan û wiha got: "Her çiqas di navbera partiyên kurdan de û komên siyasî de cudabûn hebe jî li hember Bexdayê em yek deng in. Nedana mehaneyên me li dijî zagonê ye."
- "Li Duhokê 2 hezar kes meşiyan"
Li Duhokê jî nêzî 2 hezar kes li hev civiyan û ber bi avahiya walîtiyê ve meşiyan. Parlementer Hemîd Bawî jî piştgirî da çalakvanan. Li ser navê komê Hemze Rawî daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got: "Di navbera me û Iraqê de ji bilî zagonê tu tişteke hevpar nemaye. Berpirsiyarên ıraqî ew zagon jî binpê kirin. Em li bendê ne ku hikûmeta Kurdistanê û parlementerên kurd ên li Bexdayê ji bo serxwebûnê gavên mezin biavêjin."
- "Mehane tunebe neft jî tuneye"
Li Kerkukê jî nêzî 100 karmend li ber midûriyeta giştî ya Şirketa Neftê ya Bakur li hev civiyan û bertek nîşanî revebiriya Malikî nîşan dan. Karmendan dirûşmeya "Mehane tunebe neft jî tuneye" berz kirin û xwestin ku şandina neftê ya li derveyî welêt bila bê sekinandin. Çalakî bê bûyer bi dawî bû.