Abdullah Tel
10 Nîsan 2020•Rojanekirin: 11 Nîsan 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara waqieyên vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) ji 12 hezarî derbas bû û heta niha ji 600î zêdetir kes jî ji ber şewbê mirin.
Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê li parzemînê di nav welatên ku şewba Kovîd-19ê lê belav bûye da Afrîkaya Başûr bi 1943 waqieyan di rêza ewil da ye û Cezayir jî bi 1666 waqieyan di rêza duyemîn da cih digire.
Li parzemîna Afrîkayê di nav welatên ji ber şewba Kovîd-19 mirin lê qewimîn da Cezayir bi 235 kesan va di rêza ewil da ye û li Misrê jî 103 kes mirin.
Ji ber şewbê li seranserê parzemînê 608 kes mirin.