Türkan Tosun
28 Hezîran 2020•Rojanekirin: 29 Hezîran 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin derket 374 hezar û 596an.
Li gor malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li parzemînê di 24 saetên dawîn da 11 hezar û 980 hesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete 374 hezar û 596an.
Hejmara kesên ji ber vê nexweşiyê mirin jî di 24 saetên dawîn da 202 zêde bû û derkete 9 hezar û 519an.
Li Afrîkayê hejmara kesên ji vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 181 hezar û 179an.
Ji ber Kovîd-19ê li Misrê 2 hezar û 708, li Afrîkaya Başûr 2 hezar û 413, li Cezayirê 892, li Sûdanê 572 û li Nîjeryayê jî 558 kes mirin.
Li Seyşelan, Erître, Uganda, Namîbya û Lesothoyê mirî nehatin diyarkirin.
Li welatan hejmara waqieyan jî wiha ye:
Afrîkaya Başûr (131 hezar û 800), Misir (63 hezar û 923), Nîjerya (24 hezar û 77), Gana (16 hezar û 431).