İbrahim Atmaca
13 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2020
Li parzemîna Afrîkayê di 24 saetên dawîn da 256 kes ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin û jimara pêketiyan derket 598 hezar û 236an.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 16 hezar û 596 zêde bû û derket 598 hezar û 236an.
Jimara kesên ku ji ber pandemiyê mirin di 24 saetên dawîn da 256 zêde bû û derket 13 hezar û 285an.
Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 4 hezar û 79 kes mirin, li Misrê 3 hezar û 858 kes mirin, li Cezayîrê 1011 kes mirin, li Nîjeryayê 740 û li Sûdanê 650 kes mirin.
Li Seyşeller, Erître, Uganda heta niha kes nemiriye.
Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan ji 276 hezar û 242yan borî, dû vî welatî ra bi 82 hezar û 70 pêketiyan va Misir, bi 32 hezar û 558 pêketiyan va Nîjerya tê.
Li Afrîkayê jimara nexweşên ku qenc bûne jî nêzî 300î ne.