03 Mijdar 2015•Rojanekirin: 05 Mijdar 2015
DRESDEN
Li Dresdena bajaroka Almanyayê PEGÎDAya (Ewropayiyên Welatparêz ên li dijî Mislimanbûna Rojavayê) dijî Îslam û penaberan çalakiya xwe ya 36an li dar xist.
Çalakvanên dijî Îslamê li Rasta Neumarkê li pêşiya "Dêra Jinan" a ku li Dresdenê ye civiyan û di destê wan da jî pankêrtên ku li ser wan "li dijî şerîetê, li çar aliyên dinyayê mafên mirovan", "em li dijî wesayet, rika çapemeniyê, rojnamevanên xwefiroş in", Li dijî Rûsyayê şer neke, DYA û Natoyê bide sekinandin" hatibûn nivîsandin hebûn.
Di destê çalakvanan da alayên Almanyayê û dowîzên ku tê da siyaseta Merkelê ya penaberan dihatin rexnekirin û li ser wan "Berxwedan", "Merkel îstifa", "Gel em in" hatibûn nivîsandin hebûn.
Lutz Bachmanê avakerê PEGÎDAyê di axaftina xwe da Wezîrê Dadê yê Almanyayê ji ber ku li dijî PEGÎDAyê ye da ber Wezîrê Propagandaya Naziyan Joseph Gobbels.
Piştî axaftinan kom bi dirûşmeyan va ji rastên Postplatz û Altmarkê ber bi Rasta Neumarkê meşiya.
Çalakvanan sirûda neteweyî gotin û û paşê jî belav bûn.
Di çapemeniya Almanyayê da hat eşkerekirin ku 8 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn.
Wek GEPÎDAya ku xwe wek welatiyên li dijî bitehemiliya li ser biyaniyaniyên li Dresdenê didin nasîn jî li Postplatzê çalakî li dar xist. Çalakvanên dijî PEGÎDAyê ji bo piştgiriyê bidin penaberan bi dirûşmeyan meşiyan.
Polêsan tevdîrên ewlehiyê girtin ku di navbera herdu koman da ragêşî dernekeve.