Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
01 Nîsan 2023•Rojanekirin: 02 Nîsan 2023
Li dorbera rojavayê Heleba bajarê Sûriyeyê nêzîkî hezar sivîl di nava kavilên xaniyên da li ser sifreya fitarê hatin bal hev ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û alîgirên wê û ji ber erdhejên navend Meraş xaniyên wan hilweşiyan.
Li navçeya Etariba li dorbera rojavayê bajarê Helebê ku li bakurê Sûriyeyê dikeve, bi sedan Sûriyeyî li ser sifreya fitarê hatin bal hev.
Ji bo kesên ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û alîgirên wê û ji ber erdhejên navend Meraş xaniyên wan hilweşiyane û mexdûr bûne, bernameya fitarê hat çêkirin.
Li dorbera rojavayê Heleba bajarê Sûriyeyê nêzîkî hezar sivîl di nava kavilên xaniyên da li ser sifreya fitarê hatin bal hev ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û alîgirên wê û ji ber erdhejên navend Meraş xaniyên wan hilweşiyan.
Ji xwendiyên fitarê Mehmûd Ebûl Mecîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li navçeya Etaribê ji bo erdhejzedeyan fitar hat dayîn û loma jî em îro li hev civiyane.
Mehmûd Ebûl Mecîd diyar kir ku li navçeyê li Taxa Cubul Sahir ji ber erdhejê ji 45 kesî zêdetir sivîl mirin û got ku em li taxa ku wêran bûye bi hev ra difitirin.