08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
VAN
Rêyên Bahçesaraya navçeya Wanê ya rêyên wê her tim bi berfê tên girtin û ji ber vê yekê wekî "Peyka Nehemîn" tê binavkirin, bi saya tunêla berfê û xebatên ekîbên rêbejayê vekirî ne.
Bi saya tunêla berfê ya ku li Derbasoka Karabetê 4 sal berê dest bi çêkirina wê kirin û xebatên ekîbên Midûriyeta Herêma 11 emîn a Rêbejê li navçeya Bahçesara Wanê rê ji çûnûhatinê re vekirî ne. Niştecihên Bahçesarayê yên ku bi hêsanî diçin cihê ku bixwazin herinê, kêfxweş in.
Ekîbên şantiyeya Gorentaşê ya girêdayî Midûriyeta Herêma 11emîn a Rêbejê, berfê paqij dikin û ji bo çûnûhatinê vedikin.
- Berf û pûk rê li xebatê digire
Berf û pûka ku li Derbasoka Karabetê bi tesîre car caran xebatên 3 makîneyên kar dide sekinandin. Kesên di wesayîtê xwe da ne û li xebatên ji bo paqijkirina rê tên kirin temaşe dikin jî ji vê xizmetê razî ne.
- "Ew tûnelên gelekî dihatin xwestin êdî di xizmeta gelê me da ne."
Midûrê Herêma 11mîn a Rêbejan Ahmet Turan Gulşah daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku çêkirina Derbasoka Karabetê xilas bû û wiha pê da çû: "Li texma Çeşmeya ser rêya Van-Bahçesarayê her tim aşît dikeve û li vê herêmê çêkirina tuneleke ku wê hezar û 200 metre dirêjahiya wê hebe tê plankirin. Ekîbên rêvekirinê bênavber dixebitin. Li Derbasoka Karabetê pûk pir zêde ye û ji ber vê jî car caran xebata rê paqijkirinê disekine. Bi saya hewl û xebata ekîbên me heta ji destê me tê ewê ev rê vekirî bin û ew tunelên ev demeke dirêj e dihatin xwestin jî êdî di xizmeta gelê me da ne."