Önder Beyter
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li eyaletên Meksîkayê Sonora û Jaliscoyê di merzelên veşartî da 45 cesed hatin dîtin.
Di daxuyaniya dozgeriyê da hat destnîşankirin ku 30 cesed li herêma Cajeme ya Sonorayê, 15 cesed jî li bajarê Guadalajara yê Jaliscoyê hatin dîtin.
Hat diyarkirin ku xebatên tesbîtkirin nasnameyê cesedan û lêpirsîna der heqê bûyerê da dan destpêkirin.
Li Meksîkayê merzelên veşartî bi piranî bi destê çeteyên hişbirê ji bo veşartina cesedên qurbaniyan tên emilandin.
- Li Meksîkayê pirsgirêka ewlekariyê nayê çareserkirin
Di daxuyaniya par a Wezareta Karên Navxweyî ya Meksîkayê da hatibû destnîşankirin ku di 6 mehên ewil ên sala 2018an da li welêt 15 hezar û 973 bûyerên kuştinê çêbûn ku ev reqam li gorî heman serdema sala berî wê, ji sedî 16 zêde bû.
Li gorî rapora sala 2017an a Dezgeha Konseya Gel û Dadrêsa Cezayê ya Seba Ewlekariya Qamûya Meksîkayê, ji 10 bajarên herî xeternak ên dinyayê 5 jê li Meksîkayê ne.