Haydar Şahin
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Li Misrê hêzên ewlekariyê 4ê wan çepgir, 2yê wan endamên Teşkîlata Îxwanê bi tevahî 8 mixalif binçav kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku operasyon birin ser 19 şiketên ji bo zirarê bidin aboriya Misrê rabûn hewla komployê û di operasyonê da 8 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, Ziyad Uleymiyê parlamenterê berê yê Endamên Lijneya Rêveberiya Sosyal Demokrat a Misrê, Husam Munîsê berdevkê fermî yê kampanyaya hilbijaritinê yê Hemdîn Sebahiyê serok sosyalîst ê namzedê hilbijartina Serokomariyê ya 2014an, Hîşam Fuadê rojnamevanê çepgir û Hesen Berberiyê nûnerê karkeran ê çepgir yê Misrê hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku Usame Ebdilahê ji endamên Lijneya Rêveberiya Partiya Îstiqlalê ya mixalif a di asta avakirinê da û Mistefa Ebdilmuîzê karsaz û aborînas Omer Şînîtiyê hat tesbîtkirin endamên Îxwanê ne jî hatin binçavkirin.
Ya balkêş ew bû ku der heqê helwesta wî ya siyasî ya Ehmed Xenanê hat binçavkirin da agahî nehat dayîn.
Parêzer û malbatên kesên ku hat diyarkirin hatine binçavkirin hê li ser bûyerê daxuyanî nedane.