Haydar Şahin
14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
ÎSLAMABAD
Li Pakistanê di 2 mitîngan da teqîn çêbûn, di teqînan da Navabzade Siraj Reisaniyê namzedê parlamenteriyê jî di nav da 132 kes hatin kuştin û ji 230yî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gor xeberên çapemeniya Pakistanê, hat îdiakirin ku di êrîşa li Mastunga bajarê eyaleta Belûcistanê da hedef Reîsaniyê namzedê parlamenteriyê yê Partiya Avamî ya Belûcistanê (PAB) bû.
Li gor daxuyaniyên li ser êrîşê, Reîsanî jî tev 128 kes hatin kuştin û ji 200î zêdetir kes jî hatin birîndarkirin. Hat ragihandin ku kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê û bajaroka Kuettayê.
Berpirsiyariya êrîşa li Mastungê DEAŞa rêxistina terorê hilda ser xwe.
Siraj Reîsaniyê di êrîşê da hat kuştin birayê Navab Aslam Reîsaniyê Serokwezîrê Belûcistanê yê berê bû, û namzedê parlamenteriyê yê PABa ku teze hatibû avakirin bû. Di êrîşeke terorî ya 2001î da kurekî Reîsanî yê 14 salî hatibû kuştin.
- Êrîşa li Bannuyê
Êrîşa din jî li Bannuyê dema ku mitînga Ekrem Xan Dûraniyê wezîrê berê yê ji pêşkêşên Partiya Camîeya Alimên Îslamê (JUI-F) xilas dibû hat kirin.
Di êrîşa ku ber destê sibê hat kirin da 4 kesên di konvoya Dûranî da hatin kuştin û 32 kes jî birîndar bûn. Dûranî ji êrîşê xilas bû û tiştek pê nehat.
Dûranî piştî êrîşê axivî û diyar kir ku dema mitîng xilas bû li wesayîta xwe siwar bû, alîgirên partiyê dora wesayîtê pêçan û teqîn çêbû û wiha pê da çû: "Hêzên ewlekariyê ji ber tehdîdan hişyarî dabûn min."
- Êrîşên li mitîngan zêde dibin
Li Pakistanê ji serê mehê vir da li mitîng û ofêsên partiyan 65 êrîş çêbûn.
Herî dawîn duh êvarê di ofêsa PABê ya li bajaroka Huzdarê teqîn çêbûbû û 2 kes birîndar bûbûn.