Önder Beyter
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
ÎSLAMABAD
Dadgeha Neteweyî ya Dijî Gendeliyê ya Pakistanê (NAB) der heqê Serokwezîrê berê Newaz Şerîf da biryara girtinê da.
NABê ji ber ku beşdariya herdu dozên gendeliyê nekir, der heqê Şerîf da biryara girtinê da.
Şerîfê ku bona tedawiya jina xwe li Londona Îngiltereyê ye, divê heya 3yê mijdarê ku dîroka danîşîna din e, derkeve ber dadgehê.
Li gorî qanûnên Pakistanê Şerîf heger beriya 3yê mijdarê kefaletê bide, wê neyê tewqûfkirin.
Dadgeha Destûrê, piştî ku di 28ê tîrmehê da derket holê beşek ji endamên malbata Şerîf tevlî îdiayên gendeliyê yên di belgeyên Panamayê da bûne, biryar dabû û Şerîf ji peywira serokwezîriyê dûr xistibû. Tevî Şerîf li Dadgeha Neteweyî ya Dijî Gendeliyê der heqê zavayê wî Mihemed Safdar û keça wî Meryem Newaz Şerîfê da jî doz hatibûn vekirin.
Namzedê partiya desthilatê Şahid Haqan Ebbasî şûna Şerîf li ser textê serokwezîriyê rûniştibû.