Sevim Hatun
03 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
VAN
Li Çaldirana navçeya Wanê teqemaniya ku endamên rêxistina terorî li zeviyekê veşartibûn teqiya, gundparêzek şehîd ket yek jî birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat sitandin, di operasyona ku ji duh êvarê ve li derdora Çiyayê Tendûrekê dewam dike de, teqemeniyek ku rêxistina terorî li herêmê bi cî kiribû teqiya.
Di teqînê de gundparêz Îsmail Deniz û Emrullah Çiçek birîndar bûn. Ji gundparêzan Deniz li Nexweşxaneya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê şehîd ket, tedawiya Çiçek dewam dike.
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê, di êrişa terorî de eskerek şehîd ket.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, li aliyê herêma Çiyayê Guvenê teqemaniya ku terorîstên PKKî bi cî kiribûn teqiya. Di teqînê de eskerek birîndar bû.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku eskerê birîndar yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê tevî hemû mudaxaleyan şehîd ket.
Li herêmê operasyona dijî terorîstan dewam dike