Partiyên siyasî yên di bin banê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Konseya Ewlehiyê ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) yên ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî anîbûn bal hev, eşkere kir ku piştî civînên ku bi qasî 10 rojan berdewam kirin li hev kirin.
Berpirsyarê Karên Sûriyeyê yê Serokatiya HKIyê Hemîd Derbendî di civîneke ku li otêleke li Duhokê hat lidarxixtin de axivî. Derbendî got ku "Birêz Mesûd Barzanî ji bo ku di navbera hemû partiyên siyasî û aliyên li Sûriyeyê de hevkariyê pêk bîne, lijneyên TEV-DEM û ENKSê anî bal hev. Aliyan îro di hizûra Mesûd Barzanî de teksta ku wek "Peymana Duhokê" tê binavkirin, îmze kirin. Mesûd Barzanî mizginiya vê peymanê ji bo hemû gelê kurd îlan kir."
Nûnerê TEV-DEMê Aldar Xelîl jî axaftinek kir û der barê naveroka peymanê de agahî dan. Xelîl diyar kir ku aliyan bi berpirsyariyeke mezin li ser hemû mijar û pirsgirêkan sekinîn û ew nirxandin.
Xelîl da zanîn ku li ser madeyên ku pozîsyona kurdan xurt dike, siyaseta wan serkeftî dike û yekîtiya wan a neteweyî pêk tîne li hev kirin. Xelîl da zanîn ku aliyan der barê mijarên xweseriya demokratîk de jî li hev kirin.
-Parastina hevpar a li Sûriyeyê
Xelîl got ku alî dê birêvebiriya li bakurê Sûriyeyê bi hev re bi rê ve bibin û bi hev re biryaran bidin û wiha axivî: "Sîstemeke li ser hevkariya demokratîk hatiye avakirin dê bê tetbîqkirin. Biryar hat dayîn ku dê sîstema xweseriya demokratîk a niha bê pêşxistin û hemû hêmanên li herêmê dê li dijî DÎŞIya rêxistina terorê di xeta parastinê de cî bigirin. Her du alî jî dê Rojavayê biparêzin û vê yekê wekî peywira xwe bibînin. Ji bo parastina gel dê hemû derfet bên seferberkirin û her kes çi dikeve li ser milên wan dê bi cî bîne."
-Spasiya Barzanî kirin
Xelîl got ku aliyan li ser awa û rêbazê parastinê jî gelek pêşniyaz û teklîf anîn rojevê û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Lê belê wek esas li hev kirin ku divê gel û herêma me bê parastin. Ji ber ku raçaviya lihevkirinê kir, em spasiya birêz Mesûd Barzanî dikin. Li Rojavayê piştgirî da gelê me û bi taybetî jî ji bo berxwedana li Kobanêyê gelek hewl da. Ev ji bo Rojava û hemû kurdan mizgîniyeke nû ye."
Nûnerê ENKSê Tahir Sifûq jî di axaftina xwe de pesnê Mesûd Barzanî da û wiha axivî: "Barzanî xebatên xwe ne wekî serokê herêm û partiyekî dike, wekî pêşewayekî, wekî serokê gelekî û wekî serokekî neteweyî xebatên xwe dike. Di serî de em, wekî serokê her partî û tevgerê tevdigere. Em wek du saziyên li Sûriyeyê wek ENKS û TEV-DEMê li ser vexwendina wî û di bin raçaviya wî de li hev hatin."
Di bin banê ENSKê de piranî partiyên siyasî yên ku wek nêzî Mesûd Barzanî tên naskirin, cî digirin. Di bin banê TEV-DEMê de jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û partiyên din xebatên xwe dikin.
Di mijara birêvebiriya Rojava de demek dirêj bû ku PYD û partiyên siyasî yên nêzî Mesûd Barzanî li hev nedikirin. Bi Peymana Hewlêrê ya ku bi daxwaza Barzanî di 11ê Temûza 2012an de hatibû îmzekirin, hemû partiyên kurdan di bin banê "Konseya Bilind a Kurdan" de bibûn yek. Lê belê ji ber ku PYDyê hevkariya xwe ya bi rejima Esed re berdewam kiribû, tevî Koalîsyana Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) û Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalif ên Sûriyeyê (KNŞMS) nebibû û destûr nedabû xebatên partiyên din ên kurdan nekarîbûn ku peymanê tetbîq bikin.
PYDyê kanûna paşîn a borî de li Efrîn, Cezîre û Kobanêyê kanton îlan kiribûn û ev jî bibû sedem ku têkilî bi temamî qut bin. Di bin banê Partiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyeyê de 4 partiyên siyasî bibûn yek û PYDyê bi "siyaseta tekparêz" sûcdar kiribû.