Ahmet Aydın
26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 27 Mijdar 2015
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli di derbarê wê firokeya rûsî ya ku sînorê esmanî yê Tirkiyeyê binpê kiribû da got, "Beşdarbûna Fedarasyona Rûsyayê ji qetlîema tirkmenan ra bi bahaneya operasyona dijî terorîstan, li nêzî sînorê me, paşverûyeke wisa ye ku nayê qebûlkirin. Gelê Tirkiyeyê, ê tu car vê hovîtiyê normal nebîne û li hember van êrîşan jî ê bêdeng nemîne."
Bahçeli bi daxuyaniyekî nivîskî destnîşan kir ku Tirkiye di polîtîkaya xwe ya navxwe û derva da rojên biêş dijî û rageşiya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da, bi her hawî fikarê dide.
Serokê MHPê di derbarê firokeya SU-24 a Rûsî da ya ku li herêma Yayladagiya navçeya Hatayê, sînorê esmanî binpê kiribû û hatibû daxistin, idia kir ku bûye sedema pirsgirêkek kûr di navbera herdu welatan da.
Bahçeli destnîşan kir, pîlotên tirk tiştê ku pêwîst bû kirin û got, "Ewên ku gefan li dijî ewlekariya Tirkiyeyê û mafên serweriya wê bixwe, niyet bike yan teşebbus bike, çi ji esmanan çi ji bejayiyê ve, mafê Komara Tirkiyeyê ye ku midaxele bike. Mercekî serekî ye ku aktorên gerdûnî û herêmî, di vê mijarê da bi feraset bin û rêzê bigirin."
- "Çiyayê Tirkmenê ne Sibîrya ye"
Bahçeli anî ziman, Rûsyaya ku ji 3yê meha cotmehê ve, pişta rejîma Sûriyeyê digire, eşkere ye ku bi şiklekî dijî hiqûqê, sînorê esmanî yê Tirkiyeyê binpê kiriye û got, "Rûsya, bi bombebarîna ser Tirkmenên Bayirbûcakê, diyar dike ku dijminahiyê bi hevnijadên me ra dike. Eşkere ye jî ku bi van kirinên xwe, sebr û tehemmula Tirkiyeyê nahêle. Beşdarbûna Fedarasyona Rûsyayê ji qetlîema tirkmenan ra, bi bahaneya operasyona dijî terorîstan, li nêzî sînorê me, paşverûyeke wisa ye ku nayê qebûlkirin. Gelê Tirkiyeyê, ê tu car vê hovîtiyê normal nebîne û li hember van êrîşan jî ê bêdeng nemîne.
Bahçeliyê ku digot, Rûsya îma dike ku firokeya SU-24ê ji wan trajêdiyên ku li Çiyayê Tirkmenê diqewimin bi qîmettir û giringtir e û got, "Gotina Pûtînê Serokê Dewletê yê Rûsyayê, ku gotibû 'daxistina Su-24ê, xaîntîye û xençereke namerdiyê ye, ku nayê şîrovekirin' êşkişaneke fişe ye û bi mebesta sernixumandina sûc û qetlê ye û herwiha ji bawerdariyê dûr e. Ji dêvla ku Federasyona Rûsyayê piştî firokeya daxistî, bi dû hevdu da tehdîdên hişk li Tirkyeyê bike, pêwîst bû pêşî şîroveya wan êrîşên xwe yên dijî Tirkmenan bike, bê ka bi çi mafî û bi çi motîvasyonê vî karî dike. Çiyayê Tirkmenê ne Sibîrya ye û Tirkmenên Bayirbûcakê ne di nav sînorên Rûsyayê da ne. Ji bo ku mafê cîrantiyê, têkiliyên siyasî û aborî, bi şiklekî baş birêve biçin, bê guman pêwîst e Federasyona Rûsyayê bi berpirsyarî û xwînsarî hereket bike."
- "Dijminahî û xwelihevkişandin ê fêdê nede tu kesî"
Bahçeli destnîşan jî kir ku divê ev hêrsiya metirsîdar bê xilaskirin û got, "Pêwîst e Tirkiye, hevnijadên xwe, sînorên xwe û mafê serweriya xwe heta dawî biparêze. Di vê mijarê da MHP, digel merca ku mafê rexnegirtina bi her cûrî di xwe da bibîne, ê piştgiriyê bide hikûmeta AKPê, ji ber ku ev mijar, mijareke di ser partîgeriyê ra ye û di derbarê beqaya neteweyî da ye. Rastiya ku divê bê zanîn ev e: dijminahî û xwelihevkişandin ya ku di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê da mezin dibe, ê fêdê nede tu kesî."
Serokê MHPê anî ziman ku ev helwestên Federasyona Rûsyayê, dibe ku bibe sedema xitimandina têkiliyên di navbera herdu welatan da û got, "Ji her kesî ve xuya ye, Rûsya xwedî sicîleke reş e, tijî neheqî û êrîşgerî ye. Piştî Kirimê vêca li Sûriyeyê, dijî Tirkmenan bi bê mihrîbanî û hovane tevdigere. Ev tiştên ku Rûsya dike dijî hiqûqên navneteweyî ne."