Müslüm Etgü
13 Nîsan 2021•Rojanekirin: 13 Nîsan 2021
ŞANLIURFA (AA) - Walîtiya Şanliurfayê ragihand 30 kîlo teqemeniya li Til Ebyad a navçeya Sûriyeyê bidest ketibû hat îmhekirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya walîtiyê da hat gotin ku hêzên herêmî, Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ji bo tespît û deşîfrekirina kar û xebatên PKK/KCK-PYD/YPGya rêxistinên terorê li herêmê hewl û xebatên xwe didomînin.
Di çarçoveya xebatan da nêzî 30 kîlo teqemeniya di nav blokên metal da veşarî ku bi xorên hesin xurtkirî bû û ji dûr va dikaribû bê teqandin, hat qefaltin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku teqemeniya bidestketî ji alî êkîba bombe îmhekirinê va li cihê bûyerê hat îmhekirin.