ŞANLIURFA
Walîtiya Şanliurfayê biryar da ku du taxên navçeya Sirûcê û navendeke ku penaberên kurd lê dimînin bên valakirin.
Li ser biryara Walîtiya Şanliurfayê taxên Kendîrciya Mezin û Kendîrciya Biçûk ên navçeya Sirûcê ku ji ber pevçûnên di nabeyna DÎŞI û hin hêzên kurdan de li Kobanêyê didome guleya hewanê lê ket û li ser sînorin, tên valakirin.
Navenda Hewînê ya Bihurbar a Suleymanşahê jî ku penaber lê diman tê valakirin. Ji ber ku navend nêzî herêmê ye wê penaber derbasî navenda li taxa 11ê Nîsanê bibin.
Hêzên ewlehiyê car caran hişyarî didin û anos dikin ku welatî nêzî xeta sînor nebin.
Waliyê Şanliurfayê Îzzettîn Kuçuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li herêmê talûke heye.
Kuçuk diyar kir ku li herêmê devdîr hildane û wiha dewam kir: "Li ser biryarê em ê ji bo ewlehiyê taxên Kendîrciya Mezin û Kendîrciya Biçûk ên navçeya Sirûcê û Navenda Hewînê ya Bihurbar a Suleymanşahê vala bikin û penaberan bibin navendeke nû."
Li taxa Kendîrciya Mezin guleya hewanê li malekê ketibû û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.
Ji hêla din ve li herêmê çûn û hatin qedexe kirin û tank sewqî ser xeta sînor kirin.