Önder Beyter
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
ANKARA
Warêlê nefta brent piştî ku pêşbînî çêbû Amerîka wê astengiyê bide ser Îranê, li piyaseyên navneteweyî bi 74,25 dolarî tê firotin.
Duh warêlê nefta brent bi 73,96 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 74,17 dolarî. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî bi 74,20 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.45an pê va ji sedî 0,06 rabû û bû 74,25 dolarî. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 68,17 dolarî hat firotin.
Di daxuyaniya duh a Rêveberiya Vejena Amerîkayê da hat destnîşankirin ku li wî welatî hefteya çûyî stoqên nefta xam a bazirganiyê 2,2 milyon warêl (ji sedî 0,5) zêde bû û derket 429,7 milyon warêlî. Pêşbîniya piyaseyê ew bû ku stoq wê 1,6 milyon warêl kêm bin.
Li Amerîkayê hilberîna nefta xam hefteya çûyî li gorî hefteya beriya wê rojane qedera 46 hezar warêl zêde bû û derket 10,59 milyon warêlî.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 73,94 û 74,02 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 73,78 û 73,86 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.