Önder Beyter
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Alîkarê Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) Pavel Telicka der heqê bêdengiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li hemberî ciwanên ku li Misrê hatin dardakirin da wiha got, "Gelo em dikarin bêjin YE carinan durû tevdigere? Belê em dikarin bêjin, em mukemel nînin."
Wezîrê Karên Derva yê Belçîkayê Didier Reynders, Alîkarê Serokê PEyê Pavel Telicka û hin kesên ku ji cezayê dardakirinê beraet kirin, di çarçoveya Kongreya Cihanê ya 7emîn a Dijî Cezayê Idamê ku li Brukselê li avahiya PEyê hat lidarxistin da civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civînê da Reynders bersiv da pirsa peyamnêrê AAyê ya der heqê bêdengiya YEyê li hemberî ciwanên ku li Misrê hatin idamkirin da û wiha got, "Di hevdîtinên dualî da em rakirina cezayê idamê tînin rojevê û em bertekê nîşan didin. Em hem şertên girtîgehê û hem jî înfazkirina mehkûmên cezayê idamê ji nêzîk va dişopînin."
Reynders herwiha got, ji bo ku NY jî beşdarî mijarê bibe, ew hewil didin.
- "YE hinek caran durû tevdigere"
Serokê Parlamentoya PEyê Telicka jî got ku wan bi wezîrekî Misrî ra peywendî danî û got ku ew dixwazin li ser binpêkirinên mafên mirovan û rewşa mehkûmên di girtîgehan da ên li vî welatî lêkolînê bikin û wiha dewam kir, "Lêbelê bersiveke erênî nedan me."
Der heqê bêdengiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li hemberî ciwanên ku li Misrê hatin dardakirin da wiha got, "Gelo em dikarin bêjin YE carinan durû tevdigere? Belê em dikarin bêjin, em mukemel nînin."
Telicka wiha got, "Gelo em dikarin bêjin YE carinan durû tevdigere? Belê em dikarin bêjin, em mukemel nînin. Lêbelê ligel vê yekê di mijara cezayê idamê û mafên mirovan da rewşa YEyê baş e."
- Kongreya Cihanê ya Dijî Cezayê Idamê
Kongreya Cihanê ya Dijî Cezayê Idamê cara ewil di 1991ê da li Strazburgê hat lidarxistin. Kongre ji bo ku cezayê idamê bi awayekî gerdûnî were rakirin, xebatan dimeşîne.